A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mem Ronga - Tixûb
162 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mem Ronga - Tixûb

şevên bêhîv
Evînê xwedî dikin
Niha
Li tixûban
"gulê dêranê..."
Nikarim te bibînim
"çiyayê bilind" bêdar
Tixûb bi leşker in
Bibîne çewa rastî ye
Ev têl û mayîn

Di tarîyên daweribandî de
Dilêm perçekî ji sibê
Di sorayîya xwe de
Diçirise li tixûban


Ji bo te rapêçim
Di ewrê serapê evîn da
Niha
Sebrê xwedî dikim
Li tixûban

Nîşan ketîye sibê
Bibîne
Hebûna tixûban
çewa vediguhure
Tunebûnê
Binêre