A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mem Ronga - Serpêhatî
209 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mem Ronga - Serpêhatî

çeq çeq çeq
çeq çeq çeq
Rewş
hoy
zanyarî
tevgirêdan
çi ne.
Bese galegal û gotin
sekin
mirine

Karker tune
gundî razaye
şoreş
li hêvîya
me pêşevanan
maye
Milek ji pola
dilek xurt
bese
bo vê
Dengê tivingan
dermanên xewê
Req req req
req req req
Min yekî kuşt
bi mêranî
Yekî ku bi me re nedihat jî
li kêlek
danî
Lêxin
hevalno
lêxin
Qemberek
bavêjin vira
yekê jî
wira
Dinyayê bi serê wan de
hilweşînin
Alav/agir bireşînin
bimirin
wekî
mêra
Leq leq leq
leq leq leq
Nebû
lihevnehat
îcar
gel
li pey me
nehat
... Lê... Lêbelê...
Pasîfîst...
oportunîst...
revîzyonîst...
...îst...îst... îst
îsk
îsk
îsk
Na lo... Hewa ye
ev gel nehêja ye...

1980, Kovara Tîrêj, hjm2, r. 37-38