A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mem Ronga - Diyarbekir
198 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mem Ronga - Diyarbekir

Tu bajarê kevnare, mezin û bitenê
Bi çirisandinên reşemermer
û asîmanê xwe î biharî
Di dilê min de leylan didî
Li vê şeva mişextîya kambax

Li berêvarên rojên qêle ku bi ser te de digrin
û hilma axê dibe agir
Hezar hezar kevokên sipî yên perrbizîv
Xwe li bilindahîya asîmanê şînê zincîrkirî digirin
Bi hêvî û ji nava xwe têr dinêrin li kersaxa dîcle
û vedixwînin rojên ji kulîlkên sîpan,
Ji ewrên agirî û ji kanîyên mereto

Hezar dilê westayî bîna xwe didin
Di hênkayîya zebeşekî teyê navdar
Ku niha min divê