A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mem Ronga - Derîname
225 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mem Ronga - Derîname

Derî
Derî
Derî
Virda dinêrim derî
Wirda dinêrim derî
Derîkirine herderî

Derî hene dar ji darê kevot
Derî hesin wek ûr û tirsên yên pişt mezin

Derî hene derî
Wek derîyên koxan
-li pişt wan
heryek li ser çar darikê bi êş û jan
Panzde serî-

Derî hene derî
Li pey hev bi notirvan
Hin bi bertîlê vedibin
Hin bi firotinê
Derî hene vedibin berdestî sibê
Bi singûyan

Derî hene vebûna wan
Bi satilcanê jana zirav
Bi xêra
Mirina
Zarûyan

Virda derî
Wirda derî
Deverek nema vekirî
Afirandin kilîtek mezin û zingarî
Hin ji qelenê hin ji esalet werdekîya nav mirîşkan
Avêtin ser derê dilan
û
radan

Derî
Derî
Derî
Nabe
Wiha naçe serî

Ev helbest sala 1978an, di kovara “tîrêj”ê, di hejmara 1`em de (rp. 35) çap bûye.