A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mem Ronga - Çewa
223 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mem Ronga - Çewa

çewa
„çiyayê bilind bê dar nabî“ hesen
Wer niha binêr
Li xizanîya bi ser çiyan de jî girtî

Ne kevot
Ne berrû
Ne mazî

Nivêja nifirker
Ya
Benîştek,
Benav
û
Dêndaran
Dibihîzî

Ne dar man
Ne jî daristan
Em man
Li azî

çiyayên kurdistanê hesen
Ji derdê min û te ra
şût û tazî