A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mem Bawer - Çiya
215 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mem Bawer - Çiya

Li vî welatê dîn û har
Hemî gir dixwazin bibin çiya û bigirin bar

Êş werîs
çiya req û rût
Deşt ziwa
Pûk bûka sondxwarî
Berf mirina şêremêrek di dilê dayikan de kulor
Lorîk reş
Morîk şîn
çiya sor
Xwîn germ
û mirin, barê giran para mêran
Mirin nivişta dînan
Li ser milên şêremêran
Ev çi wêrekiye birako
Rihê wan ditirse ji dilên wan
Meriv şêr be
û li ser şêreşenga çiyayekî
Mirin şerm be
çi xedar e
çi xedar e ku baran bibe berik
û li ser serê te bibare
Biborin, bibexşînin
Mirin şîn e
Li ser hêlîna lêvikên dayikên çavşîn lîs bû ye
Mirin qêrîn e
Di zengelorka fetisînok ya pîrekên xwedî kirasên
heftrengîn de
Mirin lorîn e
Bejn û bala simbêlên reş diherifîne
Em dereng têgihiştin ku
Hevalê barê ketî tune ye
Me qûşa jiyanê qetand di vê şeva kafiristanî de
Pira dehderî deriyên xwe li me qefalt îro
Deşt şil bû
Zêmar fetisîn di qirika ava şolî de
Mêranî betal bû…
Temen bû şûşa dilê şikestî
Di gora zilûmatî de.
û çiya pûş û pelax
çiya tarî û pilolo
Erê lo…!
Her kes li gora xwe mêre.
Destbirako…
Helbestên din ên Helbestvanî/ê