A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mem Bawer - Bîst û Pênc
147 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mem Bawer - Bîst û Pênc

ey bajarê dayika hemî keviran
ey xewa herimî
bêhna barûdê tê
ji xwîna vê axê
mirinan distrînim
dostaniya vezeliyayî li ser balîfan
û ev bajar serê derbxwarî
di hembêza min de diperpite.
bavê êvarê vegeriya malê
derî vebû li rû
ne di dest de azadî
ne jî parîkî bextewarî
çû mîna kûzê vala pal da
li ber dîwarê yarê.
yên mirin ji xwe mirin
yên zindî jî bi xwe re birin
bi bîranîna miriyan
her gav avis e ev dil
lo bajaro lo lo..!
kevçika dil, reht bû.


-û me dilqê delala xeyalan
ji bîr ve kir
me ji bîr nekir
toz û tebar û barê
ku li ser milê dilê me.

(Ji pirtûka “Stêrka Sêvê”)
Şîrove
AILEEN THOMAS
09-07-2023, 07:14:27

Fast loan, an unbeatable rate from 2% You need money urgently, get up to €100,000 in a few hours now to solve all your personal problems. From a few thousand euros to several hundred thousand euros with resolution and rapid availability of funds Professional loan Between €30,000 and €50,000,000 Repayment period between 6 months and 10 years Does not exist Contact me by email: challotloan@gmail.com

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê