A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melevan Resûl - Em Mirov In
137 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melevan Resûl - Em Mirov In

Kewkebin estêr numayin hem çirîsk û pertewin
şevçiraxin rûşemalin dêm ji mah û gewherin
Nitrik û Eşwa li gerden pêk xelat û durdene
Dahelîn berjêr û banî lê ji bejnê natewin

Em di efsana hebûnê qasekî dûrin ji vir
Hê mirovî pir nezanî qamet û mêj û zikir
Mûxekî Zerdeştî kal bûm şînkirin bax û zevî
Sîsika evra di yasa min ji hevdû kir du bir

Pake ev xaka mirov lê serdijîtin û dixwin
Hem ji av û ba û agir tev temîzin pêkewin
Rêz û dewrana dixwînin vê tu kes wê wernedê
Ehreman ger ku şiyar bê erd û ezman wê livin

Em kurê yezdanî pakin bê cudahî mêr û jin
Tuxmekî yekza di jînê lê li gerdûnê pijin
Rojhilat, ava û bakur ew li başûrî hene
Keşwera av û beja lê bê binasin, paqijin

Bawerin gerdûn tekûze hem di nîv û navike
Ê li ser têt û dirêtin pûşberin wek qalike
Lê dema zanîn bikar be xisleta zanaye ew
Gewhera jînê di xakê bûye luxz û mamike

Em bi dîdan seyre hoşin ka berî kî afirî
Ta wekî namê ji banî Ademî, Can û Perî
Pê gihan rastî xuya bû hem di ram û hiş û bîr
Ev derûna gelkî aza j`ev dû hûnandin, çirî

Navika jînê mirove ew li asta baleye
Vê timî paqij bimînê mîna xas û xameye
Lê dema xilwaş di xewnê pî bidê ser dar û hest
Lew felaket wê li rûdin yên di hizr û saweye

Hey mirov guhdêre namê em mirovin hevbeşin
Ev xwezaya ku dibînê hevşirîk û dabeşin
Hin reşin hin jê sipî ne hin jê bozin zerdene
Têkilî hevdû di jînê serzemîna laleşin

Em di semta hev xuyan e pakiya yezdan ku vî
Na meyê xwîna mirova parezûn û naguvî
Xwîn û kuştara gunehkar sûcekî mez`n û bilind
Xûze pişta min ji ber wê qof û tawandî çuvî

Nameya îro bi dest min tê qulos û hilperî
Kes nema guhdar dixwînê bûye gog û gindirî
Gawir û talanî rû da lew revî pakî bijon
Ez dikim şêl û şetî bim her bi efxan û girî

22/1/2009
Helbestên din ên Helbestvanî/ê