A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mele Xelîlê Sêrtî - Îlahî Ji Te Dikim Hêvî
442 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mele Xelîlê Sêrtî - Îlahî Ji Te Dikim Hêvî

لكاتبه الشوقى
[Mefa`îlun mefa`îlun fe`ûlun]

îlahî j’ te dikim hêvî îlahî
Bi heqqê zat û wesfêt padîşahî

Bi heqqê wehdeta bê çûn û çendan
Bi fedl û minneta te l’ cumle `erdan

Bi xewxaya l’ serê xelqê te danî
Bi tedbîra ji bo wan ra te zanî

Bi wî pêxemberê pakîze ewsaf
Ewê kana heyatê me`dena saf

Óebîbê şehsuwarê çerxê eflak
Ewê “lewlahû ma kunna `erefnak”

Bi al û sehb û ehbaban temamî
Bi hindê enbiya w ruslêt kîramî

Bi emlak û bi `erş û hem bi kursî
Bi hûr û cennet û wildanê qudsî

Bi hindê cah û ewqatêt muşerref
Bi hindê `arif û me`rûf û e`ref

Bi fedla ehlê `ilm û muste`îdan
B’sefaa zahid û şêx û murîdan

Bi sitra ewlîya û salihînan
Bi hubba esxîya û qani`înan

Bi cenga xazî yû ehlê cîhadê
Bi huffaz û zekî ehlê muradê

Bi Qur’an û Zebûr hindê kîtaban
B’ ehadîs û kelamê mustetaban

`Efû kî tu minê bêçare miskîn
Nekî behsa gunahêt min bi te`yîn

Mihû kî wan ji mestûra kîtabê
Me pê şermî nekî roja hîsabê

Li me barana rehma xo birêje
Gunahan pê bişo lutfê verêje

Muradî hem bibexşe ey murad bexş
Me bê hêvî meke j’ ber dûnîya fehş

Tu yî meqsûd û metleb ya îlahî
Bi xeyrê te nehin min qet guwahî

Ridaa te dikim hêvî bidî min
Nekî şeytan û nefsê rehberê min

Hewayê wan li min xalib meke tu
Ji bo min rehnumayî her bike tu

Tu mi j’ mabeynê bi’l-kulliye bavê
Bi xwe min her mijûl ke se`t û gavê

Me û dê babê me hem mu’minînan
J’ lîqaa xwe nekî mehrûm çu hînan

Bi teb`a wî resûlê pakê nûrîn
Bibe cennatê `ednê b’ resm û ayîn

(Ji bo helbestê bnr. (Sêrtî, Mecmû’e, 1192/1778, wr. 46-b; Zoqeydî,
Mecmû’e r. 96-97).
Helbestên din ên Helbestvanî/ê