A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mele Xelîlê Sêrtî - Bi Xudanî Xweş Dibit
221 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mele Xelîlê Sêrtî - Bi Xudanî Xweş Dibit

لكاتبه خليل الجانى الشوقى
[Mefa`îlun mefa`îlun fe`ûlun]

B’xudanî xweş dibit cih pê bizane
Ku ev qewlek bi teshîh û beyan e

Bizane hem qebûl ke tu bi minnet
Bi şêx Ehmed Reşîdî bûye cennet

Bûye qiblet ji bo xas û `ewaman
Peyapey qesd dikin wek pêlê avan

Hinek d’ karê xwe ne hin hêj nehatî
Dikin qesda ewî `eynê necatê

Kuwa b’ `eynê xwe burca ewliyan e
şehinşîna `Iraqê ew mekan e

Ku şêx Ehmed li wê navê nebîtin
Bi alî wî cihî ve kî diçîtin

Hezar gund wî hene ger bêne gotin
Kî ye meylê bikit ya ne bivêtin

Wekî carek Reşîdî tu bibêjî
Kuwa şekkir bi dil da tu dirêjî

Eger tacir bivit di`fe’t-ticaret
Bila ewwel bikit qesda zîyaret

Heçî b’ şêx Ehmedî bawerî nîne
Ewî idark tunîne bê sewîne

Ji bo wesfêt kemalê cami`e ew
Meqamê wî bilind û faêil e ew

Nexasma seyyid e j’ nesla Qureyşî
Ji ew çêtir çiye ku tu bibêjî

Terîqa Qadirî xo ser meqam e
Welê b’ şêx Ehmedî el-an temam e

Ew e serkehnîya wî vî zemanî
Nexasma bo me xelqê vî mekanî

Heçî j’ destê wî vê avê binoşit
Kuwa j’ destê xudanî ew dinoşit

Bizan şêxê mezin destûr daye
Ku bo me xelq ha bit rehnuma ye

Xudê vêra nebûya ew `înayet
Kusan jêra dikir ev tewf ri`ayet

Ji bo wî ra musexxer kirne etraf
Ji xas û `am û hem e`yan û eşraf

Fidayê wî bibin sed mislê şewqî
Ji dor wî kêm nebin halî we zewqî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê