A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mele Xelîlê Sêrtî - 7 Mebhesul Miracî (Ji Keba Munewwer Xwedê Leylekê)
228 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mele Xelîlê Sêrtî - 7 Mebhesul Miracî (Ji Keba Munewwer Xwedê Leylekê)

Ji Ke`ba munewwer Xwedê leylekê,
Bire Mescîd-ul Eqsa ew lehzekê.

Hemî enbiya lê civan wê demê,
Li wê bû îmamê ewê `alemê.

Ji wê ew bire Sîdret-ul Munteha,
Bi qabê du qewsan vibal xwe giha.

Bi ruh û cesedve ewî bir siwar,
Bi çavê serê xwe Xwedê dî, du car.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê