A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mele Xelîlê Sêrtî - 20 Mebhesu Adabîl Eklî (Xwedê Ev Teamê Di Xweş Dane Te)
227 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mele Xelîlê Sêrtî - 20 Mebhesu Adabîl Eklî (Xwedê Ev Teamê Di Xweş Dane Te)

Xwedê ev te`amê di xweş dane te,
Digel av û fêkî, libasê li te!

Tu, bêşukrî manendê heywan mexwe!
We bê mulheza wî tu tiştek mexwe!

Bkwe tu ji bo quwweta ta`etê,
Ne bo lezzet û keyf û pirr şehwetê.

Ji bo xwe hevalan-i peyda bike
Ji bo xwarinê, paşê dest pê bike!

Di ber zadî, paşê jî destan bişo!
Wekî ku bi kefçik bixwî, qet meşo!

Li ser zadî rûne bi terzek edeb,
Piyê rastê rake û razîne çep.

Ne razê, ne palde dema xwarinê!
Ne bêhişbe ba fexr û pirr xwarinê!

Hinik xwê di ber zad û paşê bixwe,
Heramî û tiştê bi şubhe mexwe.

Ku goştgirtina te j`heramî bitin,
Du`ayê te êdî qebûl nabitin.

Heçî hate ber te tu pê razîbe,
Gelek talibê tiştê xweştir mebe.

Tu navê Xwedê bîne dest pê bike,
Wekî ku rihabûyî, hemdê bike.

Tu "Elhemd" û "îlaf` û "îxlas" bixwîn,
Du`ayê di merwî jî bê hed bixwîn.

Ji ewwel ve sarke, kelakel mexwe,
Ji nav hindî jorê firaxê mexwe!

Serê xwe mebe ser firaxê tucar!
Tu bêterziyê qet meyîne diyar!

Heçî ku li ber te hebî wî bixwe!
Li ber hemneşînê xwe zadê mexwe!

Biçûk çêke luqman û qenc hel bike,
Nezer b`alî luqma hevalan meke!

Bi nanî tu destê xwe paqij meke!
Bi kêrê û destek tenê ker meke!

Heta ku tu luqma ewil hel nekî,
Ne terze, tu luqma duwê çê bikî!

Hilîne heçî hûr bûyî ber piyan,
Ewe mehre bêşek ji bo horiyan!

Ji mêhvanîre nê edeb pirrtirin,
Ji bo te çi bêjim ji heddê derin.

Tu rûne bira, paşê avê vexwe,
Sê caranî bihnde, bi mêhtin vexwe!

Bi navê Wî hercarî dest pê bike,
Li nik axirê wan tu hemdê bike.

Ji fêkî tu burhê bide ê şîrîn,
Ji bo te dewain, wekî hingivîn!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê