A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mele Xelîlê Sêrtî - 19 Mebhesu Wezaîful Ezaîl Sebetî (Te Ezaî Heftin Xwedê Çêkirî)
191 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mele Xelîlê Sêrtî - 19 Mebhesu Wezaîful Ezaîl Sebetî (Te Ezaî Heftin Xwedê Çêkirî)

Te e`zaî heftin Xwedê çêkirî,
Ku pê sed bikî dergehê agirî.

Li kesba heramê çira der didî?
Wedî`a Xwedê ne tu zayi` didî!

Heçî layiqê Rebbe, wana bike,
Ku şehde nedin ew, `îtabê bike.

Heçî ni`meta wî li te daniye,
Ewê pê bike, her ku `ebdîniye.

Ji bo çi tu vê le`b û lehwê dikî?
Heçî ku bi nefe çire dê nekî?

Ewî, çavî daye ku pê bifkirî,
Di vê `alemê `ibretê jê girî!

Temmettu` ji dunyayê jî pê bikî,
Ewe şukrê wî ku nezer pê bikî.

Nezer ku herame heçî ku bike,
Ji fehmê û hifzê xwe bê hez dike.

Guhe bo sema`a li we`z û hedîs
Weha renge Qur`an û nutqa selîs.

Ewe ta`etê wî tu mehfûzîkey,
Xeberdan û dengê neçê, guh nekey.

Ewe nefê ezmanê te ey zekî,
Ku carek bixwînî bi wî `ilmekî.

Weha renge Qur`an û we`z li zikir,
Hedîsan û emran û nehy û şukur.

We hem pê bibînî umûrê di xwe,
Ji muhtacî yû bey` û rehnê di xwe.

Ewe ta`etê wî ku zayi` nekey,
Derewan li fehşê û zem pê nekey.

Gelek ev muzirin, nexesma lîsan,
Ewe yê te waqi` diket der ziyan.

Zikê te te`amê dixwe hel diket,
Di `uzwande xwîn û menî pirr diket.

Bi xwînê, tu tehsîla ta`et dikî,
Bi ya dî, biçîikan ê peyda dikî.

Dibînî bi wê, lezzeta xwarinê,
Weha renge bid`an û vexwarinê.

Ewe ta`etê wî heramî nexwî,
Ji neh pariya zêdetir jî nexwî.

Ewe nefê fercê cîma`ê bikî,
Weled jê bibin, lezzetê jê bikî.

Zinayê meke, her ewe şukrê wî,
Welê çav û dil dê hifizkin ewî.

Bi dest û piyane rizaya Xwedê,
Gelek meslihet jê ku nayên hedê.

Bi destê heramî kîtabet meke,
Li nik zalimîve qe meşyê meke.

Dile hakimê van, tu tahir bike,
Ji rêve dewayê li wî her bike.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê