A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mele Xelîlê Sêrtî - 17 Mebhesul Tesewwûfî Wel Exlaqî (Ji Emrazê Dilrene Ferze Dewa)
269 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mele Xelîlê Sêrtî - 17 Mebhesul Tesewwûfî Wel Exlaqî (Ji Emrazê Dilrene Ferze Dewa)

Ji emrazê dilrene ferze dewa,
Ku hirs û hesed, kîbr li `ucb û riya!

Gelekbûna malêye pir lezkirin,
Li şolanê, tezyîn û hezjêkirin.

Bi rehgirtina mezheban û `erin,
Temayî ji xelqê bexîlî kirin.

Gelek xwarin û şehwet û sû` û zen,
Ji xelqê û cehla `ewamê diken.

Derin ew ji dilre wekî ku vebin,
Di pêrane nefs û le`în çêdibin.

Mûretteb dibîtin li e`za, ji wan
Afatan, tu guh dêre xasê lîsan.

Kelamê di zêde, kelamê betal,
Xusûmet di heqqan mîra û cîdal.

Bi sun`et xeberdan li fehş û dujîn,
Li tiştani le`net, bi xelqê kenîn.

Sira xelqê gotin, derew der yemîn,
Xînaî jî, we`da derew, ey emîn!

Duezmanî yû xîbet û medh û zem,
Neimnamî, herîfîkirin dem bi dem.

Sû`alê di zêde cewaba `ewam,
Nezanîna xet`ê di fehwa kelam.

`îIaca evane xeber qet nedan,
Mûdamî zikirkî bi qelb û lîsan.

Tu dermanê hirsê qena`et bizan.
Ji mehsûdîre bêje medh û du`an.

Ji avek mehînî tekebbur meke,
Tewadu` ji xelkê Xwedêre bike.

Ji şola çune, tu çi `ucbê dikî?
Ji Xaliq nebîtin ne hedde bikî.

Qe nefek li te bê Xwedê nabitin!
Ji bil hebtê ta`et riya nakitin.

Tu, malê ji xwe zêde telbe meke!
Di şoIande cehdê li sebrê bike!

Tu tezyînê bavê, bila te bivê,
Bi rehgirtina te xudanî nevê.

Di `ernê, tu bîra xwe bîne le`în,
Sûalê meke j`xeyrî şahê Emîn!

Li xeyr û zekatê telefke tu mal,
Li birsînê cehdê bike mah û sal.

Mirovê ne mehrem, tu têkil mebe,
Mijûlî ji `eyba xwe pirrtir mebe.

Sû`alê ji mahir-fihûlan bike,
Dewayê di lazim evin zebt bike.

Ji ferzane te`Iîmîdana evan,
Li ebb û li cedd, seyyîd û mûde`an.

Wesî yû qeyyim, multeqit, muste`îr,
îmam û xizim, salih û destegîr.

Ji ew paş ku zanî te ev wacibat,
Tu guh dêre şoIê di mustehsenat.

Tesewwur di vê `alemêde bike,
Bi dil-can tu xellaqê wê nas bike.

Mûcerred bike qelbê xwe j`masîwan,
Li ber wî tune tu bibîne ewan.

Ji fikrê li zikrê xwe xafil meke,
Ricayê li xewfê ji wî her bike.

Rî`ayet bike emr û nehyê di wî,
Ku îhsan û lutfê bibînî ji wî.

Wekî ku digel wî tu gavek biçî,
Digel te gelek têtî ey multecî.

Di nefsa xwede jî tefekkur bike,
Ji avek tu ne çêbûyî, lec meke.

çiqa ku tu nefsê tune `ed bikî,
`UIûwwa meqamê xwe hasil dikî.

Qe şolek ji wî ra hebî tu mepirs,
Eger ta`etê jî bikî, jê bitirs!

Dibîtin te meşxûlê xeyrê biket,
Ji heqqan li ferzan te xafil biket.

Heçî qenciya ku tu xalis bikî,
Ewe ê ji bo xwe mûheyya dikî.

Ku qencî kete qelbê te lez bike,
Xerabî ji şeytaniye, wê meke.

Ku "nefsa emmare" mutî`î neket,
Bi mewtê bitirsîne, wê tewbeket.

Bibêje: Xwedê te tecella bûye,
Qiyamet li te vê demê rabûye.

Tu îbret ji xelqê di ber xwe bigir,
Ewî mal fj cahî qe nefek nekir.

Ji ew paşê lewmê li te ew diket,
Weha renge îlhama xeyrê diket.

Li ser qenciyê mutmeîn jî dibit,
We razî û merzî û kamil dibit.

Eger ew ji rehma wî bêhêviye,
Bibêje, ku "rehma Xwedê hed niye".

Ji Rebbê xwe xufranê telbe bike,
Bi tewbê tu paqij dibî, her bike.

Ji îsyanê ferze tu zû tewbekî,
Biterkî, gunahê di xwe pirr nekî.

Ewe tewbeya te peşîman bibî,
`Ezimkî, tucaran lê `ewde nebî.

Edake heçî ku li ser te hebî,
çi heqqê Xwedê bit çi yê ademî.

Mucerred bibe ger tewekkul heye,
We ger ne, tu kesbê bike xunmeye.

Eger dewlemendek qewî şakirî!
çikî tu ji fiqra digel sabirî?

Ji bo te gelek terzî ew çêtire
Welêkin bi heddê xwe derve mere!

Li fê`la Xwedê î`tirazê meke,
Bi qencî, xerabî jê behsê meke.

Tu hingav Xwedayê xwe hez jê dikî
Ku dinyayê bavêjî, hez jê nekî.

Ewê cîfeyê tu neşî terk bidey,
Wekî vane wesfê, biçe, der bidey.

Ji min guh didêrî tu, mewsûfîbe
Bi van û muhîbbê Xwedayê xwebe.

Kesîr-ul heyabe, qelîl-ul eza!
Kesîr-us selahî, hemîd-ul eda!

Qelîl-ul fesad û kesîr-ul `emel,
Sedûq-ul lîsanî qelîl-uz zelel!

Qelîl-ul kelamî qelîl-ul fuzûl,
Weqûrun, sebûrun we berr-ul usûl.

Rediyyun, şekûrun, helîmun refîq!
Heşşaşun, beşşaşun, `efuwwun şefîq!

Ne lewwam li sebbab li nemmam heqûd,
Ne muxtab, bexîl û `ecûl û hesûd.

Muhîbbun lî Rebbîhî, mubxîz lehiî,
Letîf-ul kelamî lî men tehtehû.

Qelîl-ul xîlafî we zû me`zîrat,
Bi însafîbe, muhsîn-us seyyîat.

Ferîdun bi eybîh, `en-îl `alemîn.
Rehîmun şefîqun `elez-zalimîn.

Tu hilmê bike bê hed li bê qiyas,
Wekî munkerek te nebîtin ji nas.

Eger ku te ew dî muqata dike,
Tu canê bide, yane zail bike.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê