A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mele Xelîlê Sêrtî - 16 Mebhesu Eîmmetî (Mezahib Çiharin)
250 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mele Xelîlê Sêrtî - 16 Mebhesu Eîmmetî (Mezahib Çiharin)

Mezahib çiharin, îmamê di wan
Li heqqîne her çarî bêşek bizan.

Ku Nu`man û Ehmed û hem Malikin,
Ji dînê mere şafiiye rukin.

îmamê meye Eş`erê ta Nehir,
Ebû Mensûrê Mawera-un Nehir.

`Eqîda ku ew herdu pê qaîlin,
Ewe heqqe, heftê û du batilin.

Heçî ku li ser wê `eqîdê nebit,
Ji ehlê fesadê û bid`et dibit.

Welê ehlê qiblê tu kafir mezan,
Serîhî ku kufrê nebînî ji wan.

Dê razî nebî tu bi kufra kesî,
Li îslam mûhibbanê lez key besî.

Tu enwa`ê sihrê mezane helal,
Mebêje kesî, "kafirê dînbetal".

Tucaran tu de`wa xwedayî meke,
Suqûta tu teklîfê îzhar meke.

Mulettex meke qet perê mushefan
Bi tiştê necis `emd û hem mescidan.

Mu`eyyen li kes le`netê tu meke,
Li ehlê `ezabê `umûmen bike!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê