A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mele Xelîlê Sêrtî - 15 Mebhesu Sûalîl Qebrî û Mebhesul Qiyametî (Ezab û Sûala Di Qebrê Heşir)
265 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mele Xelîlê Sêrtî - 15 Mebhesu Sûalîl Qebrî û Mebhesul Qiyametî (Ezab û Sûala Di Qebrê Heşir)

`Ezab û sûala di qebrê, heşir,
Hîsab û sîrat û mîzan û neşir,

Di gel cennet û hewz û narî heqin,
Weha renge çav û sihir jî heqin.

Li esmanê heft-iye cennet niha,
Cehennem li bin erdêye her weha.

Digel hindî eşya fena dê bibin,
Ji bil zatê Reb, paşê `ewde bibin.

Dê eczaê cismî fena bin ji bin,
Ji bil `es`esê, paşê mehşûrî bin.

Xwedê dê ewan faniyan `ewdeket,
Bi `erda hîsaba xwe hazir biket.

Dirêjket Sîratê li ser agirê,
Wedi`ket şehînê li dûvê pirê.

Bidit destê rastê kitaba hinan,
Bi destê çepê yê hinan bêguman.

Hîsaba gunahan ji xelqê biket,
Xeraban û qencan ê pê ferq biket.

Evan dê bi fedla xwe derbazîket,
Ewan dê di narîde waqi` biket.

Heçî cennetî dê ji hewzê vexwin,
Hemî cehnemî her hemîmê vexwîn.

Gunehkar ê paşê dê jê derkevin,
Tucaran ê kafir bidernakevin.

Zulum nîne `edle, heçî ku biket,
Di mulkê xwede ew teserruf diket.

Lê her yek ji me kafirek wî heye,
Bi fedla Xwedê ew fîdayê meye.

Mirovê gunahê mezin her kirî,
Muheqqeq nehin ew ji bo agirî.

Mu`ezzeb diket, yane aza diket,
Ji wîre, nê xelq jî şefa`et diket.

Ji rêve Muhemmed şefa`etçiye,
Di pêve heçî ku xudanqenciye.

Ji bo şehdê me`na evin bittemam,
Ewî lefzê meşhûrî beyn-el `ewam.

We nîne tu bê vanî, mu`min nebî,
Welêkin bi înkarê kafir dibî.

çi ku ferze tesdîq bikî tu, bira!
Bîma qed etana Rusûl-ul wera.

Weha renge tiştê weh, ku muctemi`,
Li wê bûne mu`min, eya mustemi`.

Ne ku şey`ikî jê tu înkar bikî,
Xwe bê dîn û ehlê cefayê bikî!

Bifikre di xelqê Xwedayê weha:
Ji erdê heta Sîdret-ul Munteha.

Ku îz`anêkî wê demê, zerreyek
Ji behra `edem nayê bêbariyek.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê