A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mele Xelîlê Sêrtî - 14 Mebhesu Elamatîl Saetî (Elamet Ji Bo Saetê Pir In)
204 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mele Xelîlê Sêrtî - 14 Mebhesu Elamatîl Saetî (Elamet Ji Bo Saetê Pir In)

`Elamet ji bo sa`etê ra pirrin,
Bi kullî ji ferzane bawerkirin.

Zuhûrbûna Mehdî, xurûca Deccal,
Dê nazilbî îsa, ji bo zîddelal.

`Emel dê bi şer`a Nebiyê meket,
Xeracê û dînê fillan berzeket.

Ji paş heft-i salan neqil dê bibit,
Di qebra Nebiyê me medfûn bibit.

We Ye`cûc û Me`cûc ku pirr heybetin,
Digel Dabbet-ul erdê, rojdertin.

Ji Mexribve ew ku ji wê derkevit,
Derê tewbeê dê li me dakevit.

Hedîsa Deccalî hemî hifzîkin,
Mudamî ji fitna wî te`wîzîkin.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê