A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mele Îmadeddîn - Dûvê Tajî û Bageran
134 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mele Îmadeddîn - Dûvê Tajî û Bageran

Ev Mahmût û ev Etman çendî ne xwendevan bûn
Dema ku çûne Sûrî li wê derê şiyar bûn

Meger di wê eşîrê hebûn çend camêrên qenc
Bi vê dubendiya han kişandibûn êş û renç

Wan ciwamêran bo silhê li herdu ciya gazî kir
Nexweşiya eşîrê wan pê agadarî kir

Go: dûvê tajî û bageran ne derd e bo eşîrê
Ev tiştekî netişt e bê delîl û ne li rê

Ev tev lawê kurd in ji yek dê û bavan e
Lazim hemî bibin yek li hember dujminan e

Bi van peyvên xweş û rind gelekî li hev hatin
Dîsa li berberoşik li hevdu tev civat in

Kalek rabû ji nav wan, goya aqilmendê wan
Kinc û mêjî zingarî evî kalî gote wan

Go: em îro bira ne, me hilaniye neyarî
Wê rojê dûvê tajî li bageran ket, min dî!

Yekî bersiva wî da, got: wellehî ne wisa ne
Cardin ketin nava hev bû axirdewran e!

Doza firaksiyonên kurd eyn wekî ya wan e
Dûvê tajî û bageran ew derdekî gran e

Ev çîn û Sovyet-Rûsya bûn Mahmût û bûn Etman
Li ser xort hatin kuştin ew xortê qîmetgiran e

Sosyalîsta Rus û çîn, ew ne derd e ji bo me
Kî dostê kurdîstan be cihê wî li ser serê me

Madamkî hûn sosyalîst in çi ye ev neyarî
çi DDQ çi Kawa, çi Apocî Rizgarî

Li cebheke yekitî hûn tevde cî bistînin
Destên xwe bidin hev kurdistanê derînin

Sosyalîstî pir xweş e, lê ku meriv nebe dûv
Doza vî xelkê bindest nabe bi hîle û çûv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê