A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Xeşmê Li Feqîran Meke
219 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Xeşmê Li Feqîran Meke

Xeşmê li feqîran meke zû padişehê min
Pirsê bike carek li xeta û gunehê min

Teftîş-i bi mû mû bike er em bi xeta în
Hinca neke bêtin ti welatî ti cihê min

Cewra te behîtin we cefaya te perîtin
Qurbanê te bim guh bide carek gilehê min

Zanî ko ji ber cewr û cefayan elemên dil
Rehmê bi gedayê xwe ke sultan û şehê min

Sih sal e ji derd û ji belayê te hilak în
hetta bi felek her diretin ah û ehê min

Ma yek nefesek min dibitin şebr û qerarek
Qed bê te we bê te dibitin mislê sihê min

Ger şubhetê perwane di bezmê te çi sed ker
sed nale hezar reng-i wekî çeng û jihê min

Nûrînqedeha xemr û heyata me bi ser dan
Ger wê bidetin dest-i bi dest muşterihê min

Yek `işwe, Melayî, bi biha bête ji le`lan
sed can me hebin hêj ko muqeşşir di behê min
Helbestên din ên Helbestvanî/ê