A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Xanê Xanan
355 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Xanê Xanan

Xanê xanan lami`ê necma te her pirnûr-i bî
Keştiya bextê te ez bayê muxalif dûr-i bî

Kewkeba se`da şeref tali` di nêv birca te bit
Da tinê j’ çerxê bela şubhê mehê menzûr-i bî

Encûmê çerxê muheddeb her ji zatê tey şerîf
Kesbê enwarê bikin hetta ko nefxa şûr-i bî

Lew ziyaret asitanî tête şemsa dewletê
Da sehergahan ji dîdarê şerîf pirnûr-i bî

Extera te j’ perdeya xeybê eger bêtin zuhûr
Dê bitin nişfi n-nehar e wer şebê deycor-i bî

»Ayetu l-kursî« û »En`am« heykela tûxê te bin
Bênihayet pir murad û bê`eded menşûr-i bî

Her kinarê wergerînî pê ve `ezm û himmetê
Rayeta fethê bi neşra »lem yezel« menşûr-i bî

Xeymeta nûrê `inayet zillê memdûdê te bit
Sûreyê »Ummu l-kitab« madarê hedret sûr-i bî

Paş-i Newşîrwan dibêm dê hakimê `adil tû yî
Mislê hatim dê bi danê der cihan meşhûr-i bî

Ma Cizîrê şubhê Darê textê heft iqlîm-i bit
Hem bi hukm û seltenet Eskender û Fexfûr-i bî

Mislê Cem cama zerîn xalî nebî te j` badeyê
Da ji xemra şadimanî da`imen mexmûr-i bî

Ma di baxê `êş û noşê her bi saz û erxewan
Kamiran û kamibexş û dilxweş û mesrûr-i bî

çendekê şîrînpuser derbendê dîwana te bin
Bendê şapûrê te bin ta Xusro û şapûr-i bî

Hindekê roj û şev in têk `îd û leyli l-qedr-i bin
Cam medam pir bade bit lê ne j` meya engûr-i bî

şubhetê Rûhi l-qudus `erdê tu pê lê daynî
Sebze û reyhan û nesrîn û gulê menqûr-i bî

Her derê ne`lê feres şubhet Buraqê vê kevit
çeşmeê heywan ji ew `erdê mubarek fûr-i bî

Ma te `umrê Xudr û Nûh û mulkê zu l-qerneyn bitin
Gunbeda çerxê mulemme` her bi te me`mûr-i bî

Xass-i teşrîfê te bin derya û derbendê `ecem
Da xelatên her seher sed zerkeş û mexmûr-i bî

Gerçi der dîwanê hedret pir heqîr în şubhê mûr
çeşmê te çeşmê Suleyman-i bi halê mûr-i bî

Ê ne wek goy bê ser û pa bêt di benda xidmetê
Ma di çewgana te her perkende û meqhûr-i bî

Ma lisanê min du`agoyê li der heq weşfê xan
Mezherê sirra kelamê wek di rexta tor-i bî

Her di medhê te û senayê sîne û qelbê Melê
Bê tefawut qulzema pir lû`lûwê mensûr-i bî

Ji asitanê dewletê xayib nebî carek Mela
Da ji fermanê mukerrem dem bi dem me`mûr-i bî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê