A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Vê Firqetê Ebter Kirîn (Feryad Ji Destê Firqetê)
1275 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Vê Firqetê Ebter Kirîn (Feryad Ji Destê Firqetê)

Vê firqetê ebter kirîn
Feryad ji destê firqetê
Jar û de`îf û zer kirîn
Feryad ji destê firqetê

Pir zer kirîn wek zêr-i mam
çehvên di lutfê pîr-i mam
Daim li rê çavnêr-i mam
Feryad ji destê firqetê

çavnêrê reftara te bûm
Muştaqê gulzara te bûm
Lew dûr ji dîdara te bûm
Feryad ji destê firqetê

Dûr bûm ji wê reft û çunê
Wan `işweyan guft û kenê
Nayê bi çehvan min dinê
Feryad ji destê firqetê

Dinya bi min mij bû û xemam
Xew jî li çehvanê min heram
`Umrek bi vî halê he mam
Feryad ji destê firqetê

Sa`et li min têk sal-i bûn
Daim li ser dest fal-i bûn
Herfên dihatin dal-i bûn
Feryad ji destê firqetê

îro tinê derhat elîf
Me`ne diçû bejna şerîf
Ya xare lê kemxe û qedîf
Feryad ji destê firqetê

Vê firqetê pir dil şewand
Cerhên qedîm dîsa kewand
şîşên di sor tê da tewand
Feryad ji destê firqetê

Daxên me dîsa reş kirin
Yek yek ji nû ateş kirin
Lê zêde penc û şeş kirin
Feryad ji destê firqetê

Sewda û sews û gêj kirim
Pir her di dil xwînrêj kirim
çendan we bûm lê hêj kirim
Feryad ji destê firqetê

Bi l-lah ji nale w zariyan
Gezmên di wan xummariyan
Xew nakirîn şevtariyan
Feryad ji destê firqetê

şev bû dinê çeşmê me da
hetta beşîr mizgînî da
Dê bê seher şahê geda
Feryad ji destê firqetê

Mizgîn ko da min ev qeder
Rûhê şirîn min hate ser
Xeylek li min ron bûn beşer
Feryad ji destê firqetê

Ron bû bi dîdara te dil
Bû xerqê enwarê te dil
Naret ji ferwarê te dil
Feryad ji destê firqetê

Minnet me dildarê xwe dî
Dîsa ji nû yarê xwe dî
Sultan û xundkarê xwe dî
Feryad ji destê firqetê

Reşkagulê sinbil çevîn
Minnet me dîsa xem revîn
Nû bûn li dil hubb û evîn
Feryad ji destê firqetê

Derdê xedar bêm firqet e
Firqet ji can pir zehmet e
Ya sehl ko `aşiq rih dite
Feryad ji destê firqetê

Narê firaq û sohtinê
Êşa xedengê nuhtinê
Pirs kin ji `uşşaqan tinê
Feryad ji destê firqetê

`Aşiq ew in her dimirin
çend yek di remzên dilber in
Keybir li dil min bihtir in
Feryad ji destê firqetê

Ya reb bi dîdara xwe kî
Min waşilê yarê xwe kî
Bes şohtiyê narê xwe kî
Feryad ji destê firqetê

Me j’ dostê satek dûr nekî
Perkende û mehcûr nekî
Dîsa ji nû dil hûr nekî
Feryad ji destê firqetê

Xaka riya dilber Mela
Bikşîn di çehvan wek cila
Dîdarê qismet bû hela
Feryad ji destê firqetê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê