A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Umrê Dayi Bû Me (Ebes)
195 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Umrê Dayi Bû Me (Ebes)

`Umrê dayi` bû me bê dilber `ebes
Wey tevê `umrê me borî ber `ebes

Dil emanet da bi naehlan nedî
Lê bi naehlan me da gewher `ebes

Da di seyra `işqê bê dilber neçî
Lê dibit seyra te bê dilber `ebes

Pir di pê weslê me se`y û cehde da
Cehde û se`ya me hatin der `ebes

Ah-i wê kuştim bi derba xencerê
Ma di mîlakê diret xencer `ebes

Dil ji derba kaşowan bû parepar
Goy di meydanê dibit sed ker `ebes

Mehdera vî suxte`î îro bikin
Ez dibêjim nabit ev mehder `ebes

Kifş e me`na kî li lewhi-sîm-i dî
Nuqte`ê misk û xetê `enber `ebes

Da Mela hişyar-i bî lê pir kesan
Sîne pir lê dane seng û ber `ebes
Helbestên din ên Helbestvanî/ê