A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Turreya Tabidarê
175 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Turreya Tabidarê

Turreya tabidarê `enber ke
Xemriyên şeng miskê ezfer ke

Li gulan misk û `enberê bireşîn
Ji gulavê cinesriyan ter ke

Kesk û sorên ji rengê qewsê qezeh
Ji serapa gulav û mawer ke

Surmepoşên surê bi ser kil de
`Aqilan lê xerab û ebter ke

Her seher ji nû destikê wergir
`Er`erê têk da seraser ke

Qedd û qama şerîf û nazik û ter
Lê seraser bifessilîn û ker ker ke

Nêrgizên sergiran hilîn carek
Du qiran lêk beraber ke

Tu bimeş kok bi ser derê qesrê
Bi xwe kokî li şah û qeyşer ke

Were wek roj bi ser derê kelhê
`Alemê têk da munewwer ke

Wek gula zer bû serwa te mirim
Me bi qurbana xwe wek gula zer ke

Wek gulek zer di buxçeya te me ez
Tu me têkil xwe wek gula zer ke

Zahidê hişkiteb` sewda ye
Bi du caman tebî`etê ter ke

Veke carek bi xende şekkeriteng
Têk mişra me qend û şekker ke

Pê li ser dîdeyên Melê dayîn
Xelweya sofiyan munewwer ke

Xett û xalan nişanê Nişanî de
Me ji navê xwe ra bi defter ke
Helbestên din ên Helbestvanî/ê