A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Tu Dizanî Bi Xudê Min Tu Xiyal î (Şeb û Roz)
567 Xwendin
12 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Tu Dizanî Bi Xudê Min Tu Xiyal î (Şeb û Roz)

Tu dizanî bi Xudê min tu xiyal î şeb û roz
Bi xiyala xwe medam min tu li bal î şeb û roz

Her bi mîzan direşînî cegerê tîr û xedeng
Ji neseq şa`iqe me j`qewsê hilalê şeb û roz

Mislê goyîn te rewan nal ji dilê miskîn-i tên
Em nizanîn tu çira her we dinalî şeb û roz

Te bi firyad û fixanan bi xwe bilbil ker-i kir
Ellah Ellah ji çi derdî we dikalî şeb û roz

Da ko dilber qedemê lê binihed rewşen-i kit
Lew tu xwînê we ji çehvan vedimalî şeb û roz

Te tinê zewq û şefa kir bi şeyên dilberê ra
Sernixwîn geh şubê nûn geh weko dal î şeb û roz

Fetweya pîrî Mela yan tu bi ilhamê nebî
Vê meyê herwe dinoşî bi helalî şeb û roz
Helbestên din ên Helbestvanî/ê