A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Tor im Bi Dil û Peyrewê Mûsa Yim Ez
395 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Tor im Bi Dil û Peyrewê Mûsa Yim Ez

Tor im bi dil û peyrewê Mûsa yim ez
Ateşperes û nûra tecella yim ez

Barî ji »we-`ellem« ko xeberdar-i kirîn
îro tu bizan ademê esma yim ez

Inşa`ê `ulûmê ledunî çunke mi zanî
Zanî bi heqîqet ko çi inşa yim ez

Herfên reqemê lewha wucûda mi bixwan
Da qenc-i bibînî ko çi imla yim ez

Zahir tu perîşaniya halê mi nebîn
Mecmu`ê di zatê xwe we tuxra yim ez

`Alem çi ye i`rab û hurûf û kelîmat in
Ew nuqte di nefsa xwe û me`na yim ez

Sed Nîl-i we tên û diderin qelbê me
Pê nahisihîn qulzem û derya yim ez

Tu ji nusxeya tewhîdê mexwîn ayeta nefyê
Bê aleta isbatê ko illa yim ez

Sed neql û riwayet di meya şaf-i mûyek
îro ko ji pîrê xwe bi fetwa yim ez

Peyweste tu her bang-i mekî şubhetê ney
Bê yar û mey û saz-i mi go nayim ez

Herçî te bivêtin ji me wer can bi xwe bit
Cana bike ferwar-i vewesta yim ez

Sed şîş-i li dil dane ji mihrê me Mela
Lew her bi fixan mislê ney û nay im ez
Helbestên din ên Helbestvanî/ê