A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Şox û Şengê
2991 Xwendin
11 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Şox û Şengê

Şox û şengê zuhrerengê
Dil ji min bir dil ji min
Awirên heybetpilingê
Dil ji min bir dil ji min

Wê şepalê miskê xalê
Dêmdurê gerdenşemalê
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir dil ji min

Zulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min dil bir bi talan
Goşeyê qewsê hilalan
Dil ji min bir dil ji min

Dên nedîrê bo `ebîrê
Xemrî û gîsû herîrê
Sîne kir amancê tîrê
Dil ji min bir dil ji min

Surşirînê nazenînê
Kuştim û nakit yeqînê
Wê bi çengala evînê
Dil ji min bir dil ji min

Fetl û taban da xuraban
Ebleq û cohtê şebaban
Dame ber pence û kulaban
Dil ji min bir dil ji min

Xweşxeramê ez xulamê
Nazikê şîrînkelamê
Tûtiya eywanmeqamê
Dil ji min bir dil ji min

Mahirûyê miskiboyê
Surpilingê şêrixûyê
Wê bi zulfa şubhê goyê
Dil ji min bir dil ji min

Herdu weşman naz û xeşman
Kê ji ber wan `eql û hiş man
Sa`eta min dî bi çeşman
Dil ji min bir dil ji min

Mahitabê afitabê
Dêm ji roj û şeb niqabê
Xweş bi çengal û kulabê
Dil ji min bir dil ji min

Serwinazê serferazê
şubhê zêr remza mecazê
Dame ber çakûç û gazê
Dil ji min bir dil ji min

Bejn û bala tûx û `ala
Min kirin vêk ra mutala
çîçeka terhîn-i wala
Dil ji min bir dil ji min

Mîrê xazî şîrê tazî
Vêk-i ran min dî bi bazî
Kir li me j` xeflet ve gazî
Dil ji min bir dil ji min

Şîr û xişt in zulf û qişt in
Hin veşarin hin vehiştin
Pehlewanan dest vemiştin
Dil ji min bir dil ji min

Rohniya çehvên Melayî
Ew tecellaya te dayî
Ya ji Ehmed dil revayî
Dil ji min bir dil ji min
Helbestên din ên Helbestvanî/ê