A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Şimşadi Xeram û Serwi Xennac
205 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Şimşadi Xeram û Serwi Xennac

şimşad-i xeram û serw-i xennac
Canan dibirit bi `işwe tarac

Min dî seherê di xewab-i mestî
Bê deng tezeru û lal-i durrac

Bişkiftî ji xunçe nêrgiza mest
Bû ferq-i ji ser qedîfe dîbac

Cebhet keşifî ji şubh-i sadiq
Nûrê ko veda li ser şebê dac

Elmasî numane şubhê mişrî
Danîn cegerê me dil kir amac

Nesrîn û binefşe tewwizandin
Mawerd direşand-i şûşe`ê `ac

Cohtê hebeşan bi-terfeti l-`eyn
Anî qederek ji Espehan bac

Sîma ko numa nema li hiş sîm
Sîmab-i ji xecle ma ji ixrac

Mir`atê sikenderî li pêş e
Behrun we-lehe l-`ukûsu emwac

Dora qemerê ji ber şefeq da
Ko spêde li ferqê ser niha tac

çerxefelek û melek dibazin
şemsun we-kewakibun we-ebrac

Zuhre bi qeranê qab-i qewseyn
We- n-necmu iza hewa bi-midrac

Dengê melekan zimêhne zimzim
Erwah-i ji `işqê têne mi`rac

Dil behr e we sed hezar-i mewc in
Zahid çi xeber ji behra mewwac

Borî we bi xencekê Mela kuşt
Ew xunçeleba delal û xennac
Helbestên din ên Helbestvanî/ê