A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Şêweyê Dilberê Bizan Sunnet e (Ferd)
154 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Şêweyê Dilberê Bizan Sunnet e (Ferd)

şêweyê dilberê bizan sunnet e şêwe `işwe ferd
Herdu nezer ko bin qeran wacib e yek girişme ferd

Herdu qeran ko qible bin herçi dema xwiya bin ew
Wê se`etê di dînê `işq lazim e yek du secde ferd

Xirqeyê zerq û jengê zuhd min bi meya muxane şûst
şûst û şûyek di meykedê ewwelê kar-i ferd e ferd

Neyşekerên şirînzeban mest-i bi cam û bade bên
Ferd e dibit ji tewbeyê salikê `işqê tewbe ferd

Saqiyê sîmisaq-i ma zehra helahilî bi dest
Canê me şukr û minnet e tîzirewan e reqs e ferd

Xal-i eger bi wechekê bête qeranê ebrûyan
şubhetê Beyt-i meqdes û Ke`be dibin du qible ferd

Ez ko di de`wa `aşiqî kifşe dikit zeban derew
Ketmê şehadetê dibit wê se`etê bi şehde ferd

Cebhet û dêm û gerdenê perde dema ji ber biret
Ferd e Mela li haciyan se`y û tewaf û `umre ferd
Helbestên din ên Helbestvanî/ê