A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Serê Zulfa Te
274 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Serê Zulfa Te

Serê zulfa te bi kullabê du`a
Hate destê mi bi cellabê du`a

Sofîyê xelwenişîn bêne sucûd
Herdu birhên te ne mihrabê du`a

`Erdê kê dê bikirim sûretê hal
Ko tu yî qibleya erbabê du`a

Ji du`ayê qedehek derdest e
Her seher mestê meya nabê du`a

Gulê iqbalê ji gulzarê qebûl
Mi çinî bû di şekerxwabê du`a

Ber du birhên te ji ixlaş û yeqîn
Mi dibir secde bi adabê du`a

Ji dilek şafî tu mihrabê bibîn
Secdeyek lazim e der babê du`a

Mi di dil `urwet-i wusqa ye bi dest
Ji senaya te ser elqabê du`a

Ji ezel yek cihetî daye Melê
Her me ixlaş e ji esbabê du`a
Helbestên din ên Helbestvanî/ê