A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Şerbeta Lam û Beyan (Nadim)
782 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Şerbeta Lam û Beyan (Nadim)

Şerbeta lam û beyan ez bi heyatê nadim
Badeya le`lê bi ava zulumatê nadim

Hor û wildan û perî cumle cema bin îro
Mûyekê pê ji xetê wê but û latê nadim

Ger bidit destê tewafa pê û destan bigirim
Wê mecalê bi wuqûfa `Erefatê nadim

Ez û yar ger şevekê herdu hemaxûş bibîn
Leyletu l-qedr e me ew şev bi beratê nadim

Canê şêrîn ko ji yar ra bi xwidan ez dikirim
Ne bi yarê xwe di weqtê sekeratê nadim

Şerbeta zehra helahil ko hebîbê me bi dest
Bi gulab û şeker û qend û nebatê nadim

Ne bi qanûn ko işaret bi şifa`ê bikirit
Ez hilakê xwe di `işqê bi necatê nadim

Telbe kir weslê ji dilber mi bi `unwanê zekat
Go tu `ebd î we bi `ebdê xwe zekatê nadim

Wê bi peykê bikirîn mat-i reqîbê dîsa
Bi rex û fîl û feres ez şeh û matê nadim

Di semaya seherê dest bi kes dî îro
xeyr-i şîrînqed û mewzûnherekatê nadim

Hate destê me di reqsê we digo bil ji Melê
Dest bi kes dî di semaya ko Mela tê nadim
Helbestên din ên Helbestvanî/ê