A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Ser Didit Abi Kewserê (Zulf)
310 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Ser Didit Abi Kewserê (Zulf)

Ser didit ab-i kewserê
Zemzeme û semayê zulf
Saye numayê xawerê
Sidre`ê muntehayê zulf

Saye numayê cebhetê
Neqş û xetê ji qudretê
Nuqte û herf û cezme tê
Bal û perên humayê zulf

Bal û perên sifethuma
Saye li cebhetê numa
Xemrî û lef çûne sema
Yek bi yek ew li bayê zulf

Netrik û berg û şitriyan
Reqs e ji rengê xemriyan
Baz û `uqab û qumriyan
Seyr e seher tebayê zulf

Her me ji birca sinbil e
Pence di sîne û dil e
Dûr û diraz û muşkil e
Qişşe`ê macerayê zulf

Bestine zulf-i der kemîn
Helqe bi helqe çîn bi çîn
Yexma dikin dilan nihîn
Têne yeqîn xetayê zulf

Rom û `ecem ji her teref
Ceng û suwaş e wan bi xef
Hindî û zengî şef bi şef
Hatine ber liwayê zulf

Herdem û herse`et ji nû
Pêt e di sîne nar û dû
Sebr û qerar-i min ji kû
`Aşiq û mubtelayê zulf

Zulfê siyahê bêwefa
Qet me nedî ji wê şefa
Kuştime ez bi sed cefa
Ah-i ji dest cefayê zulf

Zor û feqîr û mubtela
Zahid û sofî û Mela
Kuştine ew bi sed bela
Kes nekevit belayê zulf
Helbestên din ên Helbestvanî/ê