A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Senemê Ji Qewsê Ebrû
155 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Senemê Ji Qewsê Ebrû

Senemê ji qewsê ebrû du hilalê new numandin
Du keman li bircê mîzan bi xedeb li min kişandin

Ne du nûn qelem muqabil bi bedî`ê xet nivîsîn
Du hilalê destê qudret bi qeranê yek kişandin

çi beratê husn e ya reb bi nişanê padişahî
Bi teref du turre tuxra we bi mawerê reşandin

Elif û du lam û hê dîn me di ayeta cemalê
Ji ceger me kir tesellî we ji sîne dest feşandin

Ne tinê ji qişt û zulfan me di sîne sed kulab in
Li ceger sîyehkemanan du hezar-i tîr reşandin

Ji ceger Mela pilingan bi kulab û pens-i ker kir
Esedan ji pence vê ran dil û sîne herişandin
Helbestên din ên Helbestvanî/ê