A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Şebê Qedrê Li Me Rewşen Ke
169 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Şebê Qedrê Li Me Rewşen Ke

şebê qedrê li me rewşen ke tu rûhî were xweş
Me ji nû xweş ke li ser çehvê şehîd bin xwe bi meş

Ma li min kê nezerek lutfê ji dil xemze ye yan
Bireşînî cegerê rîşê ji qewsên xwe bi weş

Seherê cumle şehîdên te bi rim avêhtî
Êjmarîne yeka yek me hemî şeş sed û şeş

Lê şehîdên te bi ijmarê bi xencer kuştî
Hê neçûn xwîn ji birînan sed û heftad û du leş

Ceng-i hindî dikirin fêris û rimbazê `ereb
Tûx û `ala di firingî ne kemandarê hebeş

Tu binê rom û `ecem kuştine zengî di kemîn
Hane her tête peyapey ji teref Rom xweş û xweş

Da me şehzade bi destê xwe mubarek qedehek
Ne xubarek ji xumarî û ne tundî û ne xeş

Du qedeh mey bi Nişanî diderit reng-i bi reng
Nêrgiza nazik û re`na we gula taze ye geş

Xaliba ehlê zemanê ma Mela ademî yin
Venumayin ji kerê mey reş û gayê te yê beş

`Arifên ehlê beşaret ji neseq merdumê çeşm
Surmepoş in di beyadê we qebayê xwe yê reş
Helbestên din ên Helbestvanî/ê