A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Şahidê Cilwenuma Qudsiyê Feyrûzelibas
134 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Şahidê Cilwenuma Qudsiyê Feyrûzelibas

şahidê cilwenuma qudsiyê feyrûzelibas
Heçî rengê te nişan dit tu nişanê xwe binas

husnê bê ayîne`ê `işqê tecellî nadit
`Işqa Mehmûdî di me`na nemekê husna Eyas

Herçî rengê te bivêtin xwe bibînî li-l-lah
nezerê wer bide kasê çi xweş ayîne ye kas

Tew şerabê bi xerabê bi nehingan de demê
Dê kifayet bi çi rengî me bikin kûze û tas

Remz û razên ney û nayê ko sema`î ne hemî
Ji mehala te bi `eqlê xwe bizanî ji qiyas

Wê dikit mexlete herdem li herîfan bi cedel
Bi du caman vedixwin sîretê Ebyed-weswas

Destigîrê te nebit xudrê `inayet li qidem
Nagihî ab-i heyatê bi du `esker Ilyas

Tu binê mah-i new û destê qedayê heyihey
Ne li zer`ê felekê belkî li `umrê me ye das

Tirkê xwînrîz û xumarê me bi yek xemzeyekê
Zuhda çilsale li min zîr û zeber kir ji esas

Ji lebê le`lê şeker yar qe nekir pirsa Melê
misriyan gezme reşandin ko kişandin elmas
Helbestên din ên Helbestvanî/ê