A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Şah Bi Qesda Kuştina Min
229 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Şah Bi Qesda Kuştina Min

şah bi qesda kuştina min rim hejandin bêsebeb
Da me çeşmê qehr û xeşmê rim li dil da go edeb

Kuştiyên dîdar û dînê bêxeta her deh sed in
Her seher dîsa ji nû wên têne kêrê sed celeb

Dê ji çerxê pencumîn bêtin tenezzul kit Merîx
Mislê şemsê ger kişînîtin li wan tîxên xedeb

Her mecala ew di cengê bêt û ret her carekê
Rast û çep dê bêxitin sed sed bi mizraq û qeşeb

Ristem û Cimşîd û Xalid, hemze yan şêrê `Elî
Aferîn ya şehsiwarê tirk û rimbazê `ereb

Lê li tolê asitanê çix bi wan le`lan kirin
Dergehê fethê vebû îro li mehcûran `eceb

Bendeyê sadiq seher amancê reştûzên xwe kir
Min bi qewlê dijminan dit ber xedengan bêsebeb

Leşkerê qehr û xeman wê çûn hişara dil bikin
Ke`be û Beytu l-heram e lê bi nûr bêtin receb

Suftiyên pir le`l û mircanan bi mujganan heta
Dîde rewşen bûn bi dîna dêmdurê sîmînxebeb

Ê vi xudrî ra divêt ava heyatê bit nesîb
Dê bi se`y û cehdê yeksan bin li bal wî roj û şeb

Xidmeta pîrê muxan dê kit kesê meqşûd e mey
şîşe û cama zucacê ê divêt dê ret heleb

Cewrê hindî dê kişînit her kesê tawûs divêt
Gewher û durra yetîm bê terk-i ser têtin teleb

xefletî ew keşşifî şîr dest bi dest hatin ceger
Go xebînet’ya Mela miskîn me lê ker kir kezeb
Helbestên din ên Helbestvanî/ê