A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Remzên Te Di Canan
238 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Remzên Te Di Canan

Remzên te di canan ne bi endaze dirazin
Heryek bi hezar rengê rewan-i me dixwazin

Wan derbe li canê me wekî berq û birûskan
Tîrê te di canan ne tinê sîne gudaz in

Cana ji cefaya te û zulmê çi xeber dîn
Ko tîrê ji cewra te di dil da me bi gaz in

Perwane û bilbil bi dil in şu`leya `işqê
Lê ger tu nezer dî bi xwe ew gulşen û raz in

Peyweste di weslê lew dimînim ko seraser
Bişkoj û tilism û wereq û netrik û baz in

Subbûhî û quddûsî û horên di bihiştê
Peyweste şebê qedrê liqaya te dixwazin

Sinbil bi sema tên û gulan perde dirandin
Bişkiftine al-al û hişîn bûne terazin

Cobar di rewan in çemenan terhê ciwan in
Mestane bi ref ref li kinaran sî û qaz in

Heryek bi temaşagehê husna te ji herca
Teşbîhê nigaran bi cemala te dinazin

Tîran li me dit dostê me tê sîne hedef kir
Nazan li me kit yarê me zarî û niyaz in

Mihrabê du ebrû ko ji bala ve xwiya bin
Der secdegeha `işqê niyazê me nemaz in

Ger husn û mehebbet bi sera perdeê can bin
Geh şah û geda geh bi xwe Mehmûd û Eyaz in

Ev hor û perî çehre but û latê cemalê
Der şûretê tehqîqê, Mela, `eynê mecaz in
Helbestên din ên Helbestvanî/ê