A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Remzek Ji Nesîmê
187 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Remzek Ji Nesîmê

Remzek ji nesîmê li çemin da û xwişî
Rabû ji xewê sebze û şebnem diweşî

çendî xebitî dil ko bikit seyr û neşî
Nêrgiza mest û xeraman di sehergeh ko meşî

Bişkift-i sifet xunçe ji çara Ereşî
Horên di bihiştê we perî cumle cema tên

Zuhre reqqişî çeng û çexane bi xina tên
Xulxul dikevîtin çimenan têk bi newa tên

şemşad-i bi meş sosin û sinbil bi sema tên
Ey serwê xeraman ko tu carek bimeşî

çîn girtiye sirban ji seraser bi kef û kef
Xwînê we dirêjin ko li şîran cemidî kef

Dinya bûye leylan ji lixavan diwerit kef
Rom û `ecemê girtiye oxilme bi şef şef

Cohtê muxulan hatine cengê hebeşî
Weşfê di cemala te bû ewwel ko sebeq da

Tehsîn-i ji ustadê kelamê we bi heq da
Bawer ne meha bedr-i bi enguştê du şeq da

Wek zerre herê sîne ji mihra te şefeq da
Bû şuhreê afaqê bi xwirşîd-i weş î

Xal û nuqte û `enber û miskê te fişandî
Yek nuqte ne dî kes qelemê sehwê kişandî

Kafûre kirî şefhe sewadê neqişandî
Kê deste ji qudret we kişandî we reşandî

Qewsê du hilalan li beyadê bi reşî
Hindî ko hebî xob û zerîf her di xemê ne

Der xwînê cegerpareyê derd û elemê ne
Wek şehde hebin da`î çi hacet qesemê ne

çendî te but û latê nisarê qedemê ne
I`cazê meke vê tu ji neslê qereşî

Gazindê ji derd û eleman qet meke êdî
Ev tali` û bextê we mubarek te li kê dî

Mehşûlê muradê me ji tîra bi çepê dî
Ey dil ji kevanê helek exterme şehîd î

Minnet ko tu extermeyê qewsê biweşî
Her gezme û awir ko ji çehvên te bi kil hat

Min sîne hedef da ber û yek yek ne bi til hat
Ahek me nehişt şebr û sukûn bêtehemul hat

Derba cegerê bû ko me ev nale ji dil hat
Ma ah û fixanan dikirit kes ji xweşî

Bê keştî li ber behra firaqê erixîm ez
Xewfek me hebû lew bi wisalê perixîm ez

Bihnek ji wisalê me bihîst û kerixîm ez
Wek tole li pê mûçih li dorê çerixîm ez

çix kir me hebîbî ko tu narî biqeşî
»Laxer« di zemanê xwe û şi`rê tu `ela î

çendî te hebin dax û birîn têk-i bela î
Rengîn-i ji derd û eleman şubhê Wela`î

El-lah çi tebî`etbeşer î xwe ne Mela î
Vê cewr û cefayê tu peyapey dikeşî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê