A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Pir Meke Israfê
197 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Pir Meke Israfê

Pir meke israfê di qetlê mubah
Sefku demi l-`aşiqi ma la yubah

Sîne bi destê xwe mubarek veke
Te`rife kem fî kebidî min cirah

Dil ji hewaya te di fikrên di hûr
Fî lucecin beyne hubûbi r-riyah

`Işq ko giha kê we li `eqlê xwe ma
Yeftiku bi-l`aşiqi husnu l-milah

Dê du siyeh sirmeyê çehvên xwe kit
Xakê rehê yarê şeba her şebah

Toz û xubara seherê ber çimen
Qed neşere t-tîbe we-bi-l-miski fah

Fêris û rimbaz-i gihan yek bi tîr
Ehmedu fi l-beyni qetîlu r-rimah

Bûsezenan her ki ber an asitan
Mekkene min cebhetihi la berah

Helle lehu l-qetlu bi-şer`i l-hewa
Men keşefe s-sirre we-bi-s-sirri bah

husna edaya te Mela her ki dî
Sehhe lehu enneke `eynu l-fişah
Helbestên din ên Helbestvanî/ê