A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Neyşekera Gerden Ji Ac
210 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Neyşekera Gerden Ji Ac

Neyşekera gerden ji `ac
Dîsa ji reştûzên semed
Qewsên li bala ferq û tac
Keyber reşandin bê`eded

Keyber reşandin bêhisab
Misrî ko dan sîqal û tab
Sed Ristem û Efrasiyab
Kuştin li wan ker kir cesed

Sed padişah û Xwisrûyan
Can dan ji `işqê we rewan
Nisrîn û lebsê erxewan
Min dîn li bejna serwiqed

Min dîn li bejna `er`erîn
Tayên zubad û `enberîn
Bayê seba da çenberîn
Zulf çûne ser nûra semed

Zulf çûne ser nûra zelal
Carek were bayê şemal
Biskan ji ser dêmê vemal
Zulfan ji ber cotê esed

Sehharê cohtê cadûyan
îro ji remza ebrûyan
Dil girt û da ber kaşoyan
Ker kir li miskînan kebed

Dil girt û da ber xenceran
Kuştim nigar û dilberan
Me j`destê zulma esmeran
Dad û meded dad û meded

Dilber ji le`lên xwey şefaf
Da min meya gulgûn û saf
Deryayê `işqê qaf û qaf
Peyweste têtin cezr û med

Husna munezzeh bê misal
Ser de libasê xett û xal
Sergeşte heyran ma û lal
Ehmed ko dî nûra semed

Ellah ji nûra sermedî
Yek qetreyek da Ehmedî
şîrînî yû remzek we dî
Medhûş-i ma hetta ebed
Helbestên din ên Helbestvanî/ê