A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Nêrgizên Şeng (çep û Rast)
315 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Nêrgizên Şeng (çep û Rast)

Nêrgizên şeng-i di mest in çep û rast
Saqiyan cam-i di dest in çep û rast

Rast û çep tên ceger û sîne kulab
`Er`erên şeng-i di mest in çep û rast

Tûx û `ala ko xwiya bûn ji `ecem
`Ereban tîp-i şikestin çep û rast

Ber vi şerqê di seher westayî yin
Hindûyên roji-perest in çep û rast

Qeyserê Romê li serheddê firing
Top û zincîr-i vebestin çep û rast

Herdu destên xwe hemail şevekê
Me ji bo yarê dixwestin çep û rast

Ve Melê sirperiya horîsifet
Sed melek dest-i bi dest in çep û rast
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê