A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Nazika Min
386 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Nazika Min

Nazika min di semayê bi ser enguşt-i `eqîq
Da mi îro di serayê qedehek taze rehîq

Mi ji dest û yedê beyda qedehek şafî vexwar
»şe`şe`aniyyin ke-necmin bi-senahu we-berîq«

Sirrê le`lê lebê canbexş-i nizanî tu bi behs
»E`idi n-nezrete ya naçiru fe-s-sirru deqîq«

Bi lebê le`lê şekerxende şikêna şekerek
»Ena bi-l-we`di le-wasiq fe-lehe l-we`du wesîq«

Di riya durrê muradê mi serî daniye rê
»Xudtu fi l-behri we-la zewreqe we-l-behru `emîq«

Mi ji xeflet seherê dî we du remzan kuştim
Xweş bi heqqê xwe gehiştim »ena bi-l-qetli heqîq«

Qet neko qetle dikim bê guneh û mezlûm e
»Reşeqetnî bi-nibalin we-remetnî bi-remîq«

Tîr û rim herdu li dil dan li ceger çespan-i kir
Ew ji xwîna min e riştî tiliyên şohr-i `eqîq

Sosinên tey ter û nazik li gulan te`ne didin
»Fe-bihe l-`enberu fa`ih we-bihe l-misku `ebîq«

çi bi kuştin çi bi hiştin tu ko ferman bikirî
Ez bi hukmê te xweş im »Ehmedu `ebdun we-reqîq«
Helbestên din ên Helbestvanî/ê