VIDEO
Melayê Cizîrî - Muhbetê Mihnet
Muhbetê mihnet di zor in Hub dibêm bêşek bela ye `Umr û jî xweş pê diborin Sotin û derd û cefa ye Sotin û derdê evînê `Illetê dax û birînê Xweş dibin ma ew bi dînê şerbeta lêva mufa ye Her dilê sotî bi ulfê Yar ne derman kit bi zulfê Ta ebed ew bend di qulfê `Işiq derdek bêdewa ye `Işiq derdek bêtebîb e Lê mufa wesla hebîb e Kuştime cewra reqîb e Pir le`înê rûsiya ye Dax û key min lê hezar in Gul di dest şewkên bixar in Surperî dêw wê l` kinar in Ehremen xatem reva ye Teb`ê dêwan dest gehiştê Hor û wildanên bihiştê `Aşiqê dilbendê qiştê Can bidit yek car rewa ye Mihnet û cewra hebîbî Qehr û azara reqîbî Heq tinê da min xerîbî Lê şukur baxwoy we daye Rohniya wê şewq û tavê şerbeta qend û gulavê Kes nehin mehrûm ji navê Lê tinê bo min xela ye Bênesîb min dî ji camê Dûridûr mehrûm ji ramê Girtiyê wê qeyd û damê Ev xerîbê canfida ye Dûredest im bênesîb im Dilberim xanim hebîbim Pir ji dîna te xerîb im Rûh û rahet min liqa ye Pir mulazim têm liqayê Mame hetta multeqayê Min rihê şîrîn didayê Hudhud er mizgîn bidaye Hudhudê ridwanê xeybê Sed xeber şîrîn ji ceybê Da dilê min murde hey bê Guh li rê min wek seba ye çehvenêr im guh li rê me Lê seba rê da ye bê me `Erdihala muhbetê me Bendeyek sadiq Mela ye Canfidayê min di rê da Firqetê derbek we lê da Qalibek bêrûh e wê da Kuşt dibêm min lê rewa ye Dem bi dem ew çehvenêr e Bête nîşanek me jê re Da bibit ew zinde vê re Yarê sadiq bêbiha ye `Aşiqên sadiq di kêm in Ma dibê sed can fidê min Zanim ew najîte bê bin `Aşiq û pir mubtela ye `Alim în em vê dizanîn Cism e ew em rûh û can în Qet ji hev batin xwiya nîn Gerçi zahir ew cida ye Hudhudê wê remz û razê Ba bû ew çû goft bi sazê Qisse bir behsa mecazê Qasidek xweşteb`-i ba ye Ba demê weqtê mecal da çû kû ew yareh bi pal da Qisseya halî bi hal da Guh didêrit yar-i ba ye Muhbeta mehbûb û latan Pir vekir zîwersifatan Daye qelb û rûh û zatan Roj di mir`atê xwiya ye Muhbeta sorî du qism e Qufl û miftah û tilism e Hin ji rûh in hin ji cism e Nar û nûr e hin hewa ye Hubbê cismanî du roj in Gerçi dil pir pê disojin Xef ceger peykan dinojin Mislê neqş-i bêbeqa ye Gul heta sohr in bi tê ve Bên tebessum pê ve pê ve Bilbilê serxweş di nêv e Nexme û nal û newa ye Herçi cilwa bû ji navê Nû gulek dî girt xwinavê Wî ji dil çû muhbeta vê Ew bi ya dî ra teba ye Herkesê muhbet ji rûh e Mubtelay nûra subûh e Wî di dil da sed curûh e Cezbe û lerzîn û ta ye Herdu rûh yek nûrê tav in çerxek û du stêr di nav in Herdu dane murxê dav in Ismê hey dav lê veda ye Nûr e pir nadir wucûd e Gerçi ewwel nar û dûd e Berqê lami` dê li kû de Hub di qelban kîmiya ye `Arif î cewherşinas î Ê bi vî wesf û libasî Dê qedir behter binasî Meq`edê sidqê ceza ye Dûr nekî da wî ji derê xwe Wernegêrî ji wî berê xwe Boriye ew di serê xwe Ser di nava rê nihaye Ma dibit ew dûredest bit Dê ji fincana te mest bit Cam ji şehkasê bi dest bit Ebteran ew mey dewa ye Yarê pir husnek li bal bû Dilberek xayet cemal bû Ew bi hal ageh bi hal bû şubhê wê şefqe w `eta ye Mehdera wî xeyrixwazî Nukteyek j` wê remz û razî Wê bi dil seh kir ji sazî Muxnî û qanûn û nay e Yûsifê dewr û zemanî Go nesîm han vî nişanî Lê ji bo nekhê dehanî Nexweşan ew lê şifa ye Mawera belgên gulê bû Bihn û bûya kagulê bû Darûwê qelbê Melê bû Lew bi çehvên min cila ye Banesîm dê çî lezînî Sax û salim ma tu bînî Vî kumêdî lê gehînî Da siwar bit lê peya ye Xefletî, bayê nesîm hat Xef ji bal yarê kerîm hat Pir bi ihsanek `ezîm hat Qasidê şahê geda ye Dil nefes dîsa bi ber hat Lew hekîm Luqman bi ser hat Nafi`ê derdê ceger hat Tali`ê kewkeb numa ye Min ko ew nîşan giheştê Ev dilê sed dax-i reş tê Zerreyek xweş lê neheştê Ismê e`zem pê gihaye çûme ser pişta kumeydî Min jî pir ew jan û key dî Behr û ber me l` ber xwe tey dî Deşt û çol û Kerbela ye Me w nesîm xweş pence têk ra Wê diçîn wek teyr-i vêk ra Behsê zulfa yarê pêk ra Borê `işqê pir fira ye Gunbeda nûrîn xwiya bû Spêdeya sadiq numa bû Yek bi yek şewqê veda bû Qesr û eywan û sera ye Qumrî û bilbil dixwînin Lê `eceb ew xweş dimînin Her seher mehbûb dibînin `Endelîb vê ra teba ye Buxçeya sorgul di geş tê çîçek û reyhan-i reş tê Dilrubayan tîne geştê Sinbilan ta-ta sema ye Sebzeya şebnem gulav lê Sor`eqîqan dur xwinav lê Dilberan seyran û rav lê `Er`eran sîtab-i daye Bûm şerîf ez b` asitanê şahidên wê gulistanê Saqiyan cam cam didanê Kewkeban seywan veda ye çendekê çemen xwirem bû Lê medam ew subhedem bû Min bi hiş baxê Irem bû Lê seba go min Seba ye Sef bi sef wildan perî bûn Bendê zulfa `enberî bûn Têk li dêmê muşterî bûn Reqs û govend û sefa ye Pir `umir min çû bi suxtî Lê şukurxwaz im ji bextî Zuhreyek bû ew li textî Belko bêm şemsu d-duha ye Perdeya xelwê ko hilda Yengiyek min dî di mil da Gezmeya jehrî li dil da Qet nego qetl û xeta ye Hadirî çûm secde jê ra Lê niyet ihram ne vê ra `Aşiqê ev gezme tê ra Herçi ta`et kit rewa ye çûm ziyaret pê û destî Lê nehişt ewwel bi qestî Da bisojit rûh û hestî `Aşiqan sotin ceza ye şerbeta wesla xwe nadet Ta hinek `aşiq ceza det Dilberan ev reng e `adet Mehrûyan kemtir wefa ye Pîşe`ê wan xenc û naz e Sen`etê `aşiq niyaz e Yar li ber zazan `icaz e şerbeta şîrîn mufa ye çûm tewafa pê û destan şubhetê sekran û mestan Ehlê hal û xobperestan Wan ji `umr ev mudde`a ye Tilliyên nazik şemalîn Min li ser çehvên xwe malîn Talibê werdên bixal în Dil di vê fikrê teya ye çû `umir mi d` vê xiyalê Ma şevek `îdan di salê Bêm ziyaret zulf û xalê Roj û şev min ev du`a ye çerx ditirsim kit şitabê Zû ecel pê det rikabê Can biret mi d` vê `ezabê Ev siyahreng ejdeha ye çendekê sadiq cema bin Er bibêjî can fida bin Wek Melê lazim tu nabin Wî ji dil canê xwe daye
06-01-2020, 13:26:22