A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Min Di Ber Qalû Bela
479 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Min Di Ber Qalû Bela

Min di ber qalû bela batin vi wê ra bû evîn
Hêj li ser `ehda elest im ta bi roja axirîn
Min divê lê eşkera kim carekê daxa nihîn
Guftim ew ra ma du`ago yî tu em ey hor-i `în
»E`redet `ennî we-qalet ma du`au l-kafirîn«

Ey şehê `alîcenab pir `aciz û perkende em
Ah ji dest cewra evînê çi bikirim min bende em
Sebr û taqet min neman lê bêkes û dermande em
Ger bixwanî wer beranî bende em ta zinde em
»Wacibun lî imtisalu l-emri maza te`murîn«

Sohtim ez pêta evînê têk bûwem gird û heba
»Inne lî ayati sidqin kane fî haze n-neba«
Horiya roja liqaê nazika mexmûr qeba
»Hebbeza rewdatu necdin zurtuha `ehde s-siba«
»Rewdetun yecrî `ela erca`iha ma`un me`în«

Min li ser bedrê munîr mektûb diye neqşê sewad
Ser bi yek anî du nûnan xettê reyhanî du sad
Hadirî min secde bir lew xerqê xwînê bû fiwad
Ber derê baxê wisaleş hatifê awaz-i dad
»Hazihî cennatu `ednin fe-dxulûha xalidîn«

Naêtin gohtin bi qal şerh û beyana husnê tu
Dê bi hal û sir binasin dilfesana husnê tu
Xweş Mela amancê tîran kir kemana husnê tu
Qisseê `işqa celal û dasitana husnê tu
»Tilke enba`un yeqûlu n-nasu minna be`de hîn«
Helbestên din ên Helbestvanî/ê