A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Mey Nenoşî (Xelet)
866 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Mey Nenoşî (Xelet)

Mey nenoşî şeyxê Sen`anî xelet
Ew neçû nêv Ermenistanê xelet

Mislê Mûsa wî tecellaya te dî
Ê tu dî kanî xeta hanî xelet

Wî nedî bejna te û dayê qiyas
Hikmetê lew çûye burhanê xelet

Setweta Leylê yeqîn Mecnûn tepand
Wer ne qeys naket beyabanê xelet

Wek Nişanî neqş û nîşanek te dî
Ê ko nîşanek te dî kanî xelet

Ez giham ava heyatê xef ji dil
Xudr-i vajî çûye heywanê xelet

şahnişînên nazikan dayi` mekin
Da nebînî dil bi vê xanê xelet

Ellah Ellah çerx û dolabê dinê
Nuqte qet nakit di dewranê xelet

Roz û şeb her seyrê dîdara te tên
Nakirin ew dewr û seyranê xelet

Hon nebên meşşateyê xef daniye
Hemqeran kir xal û nîşanê xelet

Dê bi ser canê me murwet da me êx
Bişkowên benda girîbanê xelet

Ser nebî ber kufrê zulfê `aqibet
Ez ditirsim lê ji îmanê xelet

Pehniya vê çerx û dolabê dinê
Nisbeta erbabê `urfanê xelet

Nusxe`ê `alem hemî `unwanek e
Nuqteyek nabit di `unwanê xelet

Qulzum û bayên muxalif tê pir in
Da nekelşên darê sukkanê xelet

Da bizanî pehlewanî mûyekê
Dest nedî li-l-lahi mîzanê xelet

Wî di destê min gula geş pir xwinav
Heyf-i bilbil çû gulistanê xelet

Hêj-i sehwa xame`ê bû werne min
Ev xelet nakir di dîwanê xelet

Wî li ser bejna te ev seywan veda
Wer ne nada roj-i seywanê xelet

Geh dil û geh can dibin tirkên te tên
Nakirin yexma û talanê xelet

Meşrebê tirkan Firat û Nîl-i kir
Teşneleb çû terfê `Ummanê xelet

Pîrê hikmetbîn li wifqa meşreban
Kes nedî mey rêhte fincanê xelet

Rast e yek qanûn seraser nîne tê
Xwehrî û pêçên perîşanî xelet

Pakiteb` û quwwetek mewzûn divêt
Da nedit sen`et bi idmanê xelet

Merdimên çehvên Melê `eksa xwe dî
Wek Nişanî ma li nîşanê xelet
Helbestên din ên Helbestvanî/ê