A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Me Bi Dil Nêrgizên Xasse Divên
377 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Me Bi Dil Nêrgizên Xasse Divên

Me bi dil nêrgizên xasse divên
Semen û yasemînê taze divên
Nazik û neyşekerên tuhfe divên
Sosinên nazik û terwende divên
Dilberên dêmdur û durdane divên
Kewkebên şewq û şefeq zuhre divên
Naz-i perwerde û şehzade divên
Sayeperwerde me bêperde divên
Serwiqed dêmgul û lebxunçe divên
Ayetu l-lahî şerîf-nusxe divên
Lê bi i`rab û xet û cezme divên
Dilrubayan ne tinê xemze divên
Bi mesîhasifetê `işwe divên
Samirî sihrisifet şêwe divên
Senemên sur ji semed her me divên
Ji me eswedheceran secde divên
Bi ziyaret me ji wan bûse divên
Turreya şeng-i dil-aşûfte divên
Mihridarên xwe di pijmurde divên
Pêşkişa te me dused nafe divên
Sed hezar etles û hem xare divên
Her li bo zînet û xemla te divên
Textebend û sifetên qeyseriyê
Dînberê horîmisalê zeriyê
Nazikê neyşekerê surperiyê

Pir ji dîna te xerîb im xanim
Ji te ser ta bi qedem heyran im
Her bi can teşnelebê le`lan im
Dil di benda giriha zulfan im
Yûsifê cur`ekeşê hicran im
Nuqteyê da`ireyê zindan im
Lew şubê da`ire sergerdan im
Badenoşê qedehê hirman im
Bi dil ateş ji ceger buryan im
Lew perîşan im we pir êşan im
`Aşiqê nazik û mehbûban im
Tu mebîn bêser û bêsaman im
Gulê baxê Iremê Bohtan im
şebçiraxê şebê Kurdistan im
çi tebî`et beşer û insan im
Li l-lahi l-hemd çi `alîşan im
Di riya yar li rêza şan im
Lew di iqlîmê suxen xaqan im
Sibehê `îd e û ez pê zan im
Ko bi kêra te seher qurban im
Xweşbirîndarekê bêderman im
Carekê şefqe ke rûhim canim
Ji xwidê ra veke benda beriyê
Dînbirê horîmisalê zeriyê
Nazikê neyşekerê surperiyê

Sosinên taze û mişkên walan
Bes perîşan ke li ser sermalan
Veke carek tu ji dora xalan
Ji dil em dayîne ber çingalan
Xencer û şîr û rimên qettalan
nezerê wer bide sahibhalan
Ko çi êsîr în di dest heyyalan
Lew elif tên me di herfên falan
Ko li şeklê reqemê sersalan
Tu y’ murada me ji `er`erbalan
Zimzim û deng û zimihna lalan
Cezbe da me bi hezar ehwalan
Lew dinalîn ji neseq `ebdalan
Ko bi mestî didirin yek palan
`Enberên xemrî û sosinalan
Sohr û zer şitrî û çîçek alan
Misriyên wan ji me kir kalan
Te ji qews û qezehên xilxalan
Ko bûyîn da`ire şubhet halan
Xemriyên xemzede nisbet dalan
Ko çevandîne ji reng gopalan
misriyan wer bide ber sîqalan
Zuhrerengê we şefeqmuşteriyê
Dînbirê horîmisalê zeriyê
Nazikê neyşekerê surperiyê

Sinbilan taze musenna nekirî
turreya şeng-i muterra nekirî
Xemriyan şêfite tuxra nekirî
`Er`erê xare û dîba nekirî
Dil û dîn xaret û yexma nekirî
Serê sewdazede sewda nekirî
Guhriyê nêrgisê şehla nekirî
Kuştiyê xencerê birra nekirî
Sa`etê vê se`etê ranekirî
Me ji qeyda xwe tesella nekirî
Lê xeramê li me mestane kirî
Ji me dil Ke`be û butxane kirî
De`weyê dilberîyê dane kirî
Celweyek mîrî û şahane kirî
Pêş-i şem`a xwe me perwane kirî
Dilê xemdîdeyê ma şa nekirî
Li me bêperde tecella nekirî
Wihe carek me tewella nekirî
xencekê qenc-i li Mella nekirî
Cegerê rîş-i mudawa nekirî
Bikujî aşiq û perwane kirî
Li şehîdê xwe temaşa nekirî
Ma we dilber dikirin dilberiyê
Dînbirê horîmisalê zeriyê
Nazikê neyşekerê surperiyê

Herdu qewsên te ji qudret ne ji Yeng
Jê bi mîzan bireşînin me xedeng
Biderin sîne bi ser pence peleng
Rom-i pişt dit `ecemê bête fireng
Lê ne wek waqi`eya Gî û Peşeng
Hilbitin qenc ji nêv ateşê ceng
Tên suwaşê hebeş û nûbî û zeng
Tu dizanî çi neheng in çi neheng
Veke le`lan tu ji ser şekkerê teng
Ko j’ murada te bûyîn pêt û pereng
Mestê cewra te me bê bade û beng
Bê te cana li me `alem bûye teng
Ji cefaya te nema qet li me reng
Tu dizanî çi dibêjit ney û çeng
Ji çi peyweste dinalin seradeng
Me dixwînin qed û bejna te yî şeng
Nêrgizên mest-i bi naz û neyireng
Lê tu tûba we ezê xesteyê leng
çi bikim feyde ko êvar e dereng
Mutriban da nekevin çeng-i ji çeng
Da nedit perdeyê ayîneyê zeng
Ko ji çenga me binalit xerçeng
Wek Melayî bi hezar reng û aheng
Bi fixan bêt û ji ber sed ferseng
çi xeber dim ji dilê tey wekî seng
Dikujî `aşiqê miskîn bi tifeng
Nekirî terk-i tu vê kafiriyê
Dînbirê horîmisalê zeriyê
Nazikê neyşekerê surperiyê

Bi qedê nêrgiza Bohtan î
Nazikek şeng-i şubê reyhan î
çi xet işkeste şirîn reyhan î
Ko te pê nesx-i kirî dîwanî
Ellah ellah ji çi reng insan î
Yûsifê lebşekerê `ibranî
Bes e ger wek te bidêrit sanî
horiyên rûhisifet rûhanî
Wek te ser ta bi qedem nûranî
Wek te haşa hebitin şîranî
»Ehsene l-lah« ji sira subhanî
Ko cemalek we munezzeh anî
Di misalek beşerî da danî
Me bi ilham-i ilahî zanî
Bi nişan-i qudret bê nîşan î
çi nişanzulmetê nûrefşan î
Li cemala semedî burhan î
Tu li derheq me çira erzan î
Ko sehergeh bimeşî seyranî
Te Melayê xwe qe carek nanî
Bi serefrazî û `alîşanî
Secde bit ber qedema sultanî
Ne tinê rûh î tu rûh û can î
Zîneta husn û sura xoban î
Tac-i ferq-i serê mehbûban î
Tu bi şîranî û lebşekkeriyê
Dînbirê horîmisalê zeriyê
Nazikê neyşekerê surperiyê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê