A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Lew Seher Cewlan Didit (Rast û Çep)
197 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Lew Seher Cewlan Didit (Rast û Çep)

Lew seher cewlan didit bayê şebayê rast û çep
Sosin û sinbil bi mestî bên semayê rast û çep

Da ji mihraba du nûnan secde bit Eswed-hecer
Dil bi mîzan mahê new ebrû numayê rast û çep

Dil ji biska filfilîn bû fir dida xala siyah
şehperê zulfa şepalê dalê dayê rast û çep

`Alemek wêranê zulfên te ji rengê `enberê
çerx û perwazê didin carek li bayê rast û çep

Xencer û tîr û teber barîn şubih berq û birûsk
Misriyan lami` ji elmasan didayê rast û çep

Teyrik û `iqd û şerab û netrik û berg û wereq
Her bi lerz û cezbeyên yaqûtê tayê rast û çep

Bişkoyên benda girîbanê ji rengê kewkeban
Berq û tîr û jîn ji Xwirşîdê vedayê rast û çep

Kewkeb û qewsê qezeh lû`lû`ê benda heyderî
Tên tewafa zulf û xalên dilrubayê rast û çep

Dil dixwînit zulf û xalan dêm û balayên ji nûr
Her bi qanûn mujdeya xeybê ji nayê rast û çep

Zengiyan cewşen vebestin pêşberê coqa hebeş
Daberistin yek bi yek çûn ber liwayê rast û çep

çingaçinga bişkowan awaz û dengê zergowan
Sed melayik guh didin ber wê newayê rast û çep

Lew ji `işqa wê dinalin bazin û berg û wereq
Cezbeya dil min ji remza wan gihayê rast û çep

Zuhre û `iqda sureyyayê di şerqê keşşifîn
Leyletu l-qedrê ji mexrib perde dayê rast û çep

Zuhrerengê Mah û Xwirşîdê ji bala wê numa
Lew du kewkeb çûne vê ra istiwayê rast û çep

Bête eywanê ji xelwê horiya qudsî-sirişt
Sed hezaran hor-i qudsî tên liqayê rast û çep

Ma Melayî ez lebê le`l ab-i heywan bit nesîb
Qudsiyan ragirtiyin destê du`ayê rast û çep
Helbestên din ên Helbestvanî/ê