A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Kes Nedye Sehergeh (Bezma Evînê)
467 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Kes Nedye Sehergeh (Bezma Evînê)

Kes ned’ye sehergeh ko çi nazikweres î tu
Me j’ belgê gul û nêrgizê sermest-i bes î tu

Zanim ne tinê ko yedê beyda tu didêrî
Wer xweş ke şehîdên xwe ko `îsanefes î tu

Rûh î tu ne cism î ji cemalê bi çi ismî
Reng-i reng-i tibî keşf û şuhûdê çi kes î tu

Roj î tu li şerq î bi cemala xwe we berq î
Bi l-lah ko ji ser çeşmeyê eqdes qebes î tu

Bi l-lah ji çi nûr î we tecella li çi tor î
Geh geh li seraperdeyê can multemes î tu

şemsa felek î ya melek î hê jî nizanim
Horî û perî ya bi xwe Rûhu l-qudus î tu

Cana ceres û rehberê `işqa te ez im qet
Ageh bi fixan û herekatê ceresî tu

Ma yek nefesek min dibitin bê tu wucûdek
Dê bê te çi bim hem tu ruh î hem nefes î tu

`Işqa te me go zêrisifet zerd kirîn go
Iksîr e evîna me bi `eynî we mes î tu

Min go ji nigaran tu gul î bes bişukuh be
Zanim ne muhib her ne kes û xarûxes î tu

Ey horîsiriştê li me xweş meywe te ber kir
Cennat e di wesla te we ateşperes î tu

Min go di şevan şubhê nucûman bi tewaf în
Go `işwe dizanin bi çi qest û hewes î tu

Min go me bi tîxan vedê nakin ji derê te
Go em ji nebat în we li teb`ê meges î tu

Min go ji kemenda serê zulfa te verestim
Perwazê lebê le`lê me go ger veresî tu

Yekdem venehiştîn te di hamûnê firaqê
Bê hemdemê derdan ko çi firyadres î tu

Min go ji dilê şubhê bixûr xweş te bi ker kir
Ker kir bi du le`lên xwe şeker go `edes î tu

Min go li rexan în neko kecrew weko ferzîn
şah gote mi kiş mat-i li baz-i feres î tu

Min go te divê ser ji reqîbî bibirim ez
Go min diye zanim dibirî jê meqes î tu

Ta çend-i bixef bade binoşî we nefes da
îca bi def û ney were mîrê `eses î tu

Min go ji qedîm ez meyê `işqa te dinoşim
Go min ji `uşaqan ne tinê mey teles î tu

Min go di şevan şubhê şemalan we disojin
Perwanesifet ca here bê şewt û his î tu

Min go beşer û quwwetê sem`a mi tu yî go
Zanîn te em în rûh û mucerred qefes î tu

Te ji zulfê butan şihhet Mela reştir e tali`
Yarê te seher bêt û biret pê nehesî tu
Helbestên din ên Helbestvanî/ê