A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Kes Bi Dada Me Nepirsit (Çi Kit)
487 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Kes Bi Dada Me Nepirsit (Çi Kit)

Kes bi dada me nepirsit gilleh û dad-i çi kit
Te nebit dadiresek beyhûde firyad-i çi kit

Bi şirînê negehit dest-i eger Ristem-i bit
Dê bi bazo û milan şubhetê Ferhad-i çi kit

Fa`ilek lazim e da fi`l û eser peydae bit
Ger tu heddad-i nebit kûre`ê heddad-i çi kit

Mumkinek dê hebitin da ko teleb haşil bibit
Seyd û nêçîr ko nebit tole`ê şeyyad-i çi kit

Her gil û seng dibitin zêr-i bi tedbîr-i hekîm
Qabiliyyet ko nebit hikmeta ustad-i çi kit

Kan bi gewher çi bikit gewher eger pak-i nebit
Tu beşîret te nebit sîreta ecdad-i çi kit

Zêr û zêwer dikirin celb-i qulûban haşa
husn û sur zatî nebit qameta meyyad-i çi kit

`Aşiqê mest-i bi `işqê niye hacet bi meyê
Waridê warid û ehwal-i bi ewrad-i çi kit

Te xered vêkketina yek weliyek murşid-i bit
Salik û talibê irşad-i bi Bexdad-i çi kit

Cehde û se`y û teleb bê eserek şafî nehin
Tu ne bêperdenişîn çaker û qewwad-i çi kit

çi eser dê li berê xare bikit qetre`ê ab
Qelemê me bi du sê qetrey`ê zuhha dê çi kit

Dê ji heq cazibeyek dil bigirit wer ne Mela
Ji ezel ger tu hidayet nebit irşad-i çi kit
Helbestên din ên Helbestvanî/ê