A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Ji Remza Dilberê Dîsa
405 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Ji Remza Dilberê Dîsa

Ji remza dilberê dîsa
Li min batin vejîn derde
Di lebsê tariyê min dî
Xwiya bû ew siyahcerde

Di lebsê tarî û nûrê
Perîrengê sifethorê
Ji Wadî eymena torê
Muqeddes kir li min `erd e

Ji nar û nûrê teqdîsê
Tecella kir li min dîsê
Li ser textê xwe Belqîsê
Hilanîn bêhicab perde

hicab û perde avêhtin
Seba reyhan hilavêhtin
Ji bircan tîr-i pir rêhtin
Gihan min rast û çep cerde

Kirim amancê mizraqan
Di dil da tîr-i çûn faqan
Bi celladê xwe ew xaqan
Dibêjit hêj tu xencer de

Bi derbên xenceran kuştîn
Bi xwîna şohr-i lê miştîn
Di çîna sinbilên qişt în
Me dil pir misk û mawerd e

Gulên her misk-i ezfer lê
`Ebîr û `enberê ter lê
Semaya sosinan her lê
Bi zulfan mat û mawer de

Bi serwê sinbilên tarî
Bi hev ra bazî û yarî
Bicû da xwîn bibit carî
Ji qewsan gezmeyan berde

Ez im amancê wan tîran
Ji peykanan û sertîran
Bûyim polad li ber şîran
Seraser têk-i mam ber de

Ko dilber hate vê yolê
Ji ber pir hin ketin çolê
Ji qencan ko revand holê
Ji mehbûban birin nerde

Ji qedd û bejn û balayê
Ji reng û dêm û sîmayê
Tirengî qet xeber nayê
Di husnê cewherek ferde

Bi xeml û reng û re`nayê
Bi mehbûbê bi zîbayê
Bi ew husna xwidê dayê
Ji gulrengan gula zer de

Nebat û şekkera lêvê
Nesîmê wê gul û sêvê
Hilînit perdeya şêvê
şifaya hindekê derd e

Ji neqş û şun`ê cebbarî
Muterra turreya tarî
Li nûrê miskê tatarî
Li ser wan xemriyan berde

Li ber rojê bibit xêlî
Binêrim qameta `êlî
Qedîf û zerkeşê têlî
Zubad û misk û `enber de

Bi sîmavê bi zêravê
Tu rojê neqşikê bavê
Ko da Erjeng ji wê navê
Li ber rojê nebit perde

Eger berqek ji wê rojê
Ji ber wê `iqd û bişkojê
Bidit qelbî wekî dojê
Li ber dojeh dibit berd e

Di meydanê şirînxencan
Biçerxin mislê şetrencan
Turaba ber pêyê qencan
Zubad û `enberên gird e

Dibit bêjin wî sultanî
Bi heft ayatê furqanî
Li mehbûban tu xaqan î
Were derbê li qeyser de

Mela zanim ji meczûban
Tinê najî tu bê xoban
Dema dil dî bi mehbûban
Bi şox û şeng û esmer de

Dema cellad-i bên bazî
Bi şîr û xencerên tazî
Li dergeh da nekî gazî
Delal û naz û perwer de

Emanet da ji bêhoşî
Durên nasufte nefiroşî
Mela zanim ji medhoşî
Te dil bê xwab û bê xwird e
Helbestên din ên Helbestvanî/ê