A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Ji Mabeyna Du Ebrûyan
281 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Ji Mabeyna Du Ebrûyan

Ji mabeyna du ebrûyan dibînim qabê qewseynî
Te`ale l-lah binê remzê çi reng avête mabeynî

Binê nûnên li ser şadan ko katib guşe lê badan
Seraser qaf-i ta qafe rumûza hikmeti l-`eynî

Beqa nînin li bo tiştî heta kengê bikîn piştî
Di `işqa wan perîrûyan werin dinyayê da deynî

Bi berqa şîr û elmasan bi tîrêjên di şehkasan
Seraser ehlê dunyayê disojî terfeti l-`eynî

Mela bi l-lah di vî dewrî bi vî rengî bi vî tewrî
Nişan da wek Nişanî kes deranîn dûr ji behreynî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê